PAK di tarîstana li bakurê Kurdistanê hêviyek e

"Em yekrêzî, hevgirtin, aqûbet, binfirehî û heman demê de bi înad di têkoşîna xwe de berdewam bin ji bo em sernekevin tu sedem tune."

5 salîya PAKê li hemû kedkar û dilsozan pîroz be. PAKê di 5 salan de di jiyana siyasî ya Bakurê Kurdistanê de rêxistinek netewî, demokratîk û şefaf ava kir.

Me li gor qeweta xwe gelek ked rija û bi hev re xebat kir. PAK di tarîstana li bakurê Kurdistanê hêviyek e, mûma ronahîyê ye. Ev keda me ye. Berhema me ye. 


Lê ji bo ev hêvî bibe ya welatek û miletek gelek xebat, ked û fedekarî pêwist e. Em di wê baweriyê de ne ku em ê di xebata pêşerojê de li gel hev û bi hêzek mezin ji bo milet û welatê xwe xebatê berdewam bikin

Em yekrêzî, hevgirtin, aqûbet, binfirehî û heman demê de bi înad di têkoşîna xwe de berdewam bin ji bo em sernekevin tu sedem tune.

5 salîya PAKê li me hemûyan pîroz be!

Em bi hevre xurt in!

Bijî PAK!

PAK SWÊD

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist