PAK Beşdarî Bibîranîna Tahir Elçi Bû

Îro(28.11.2019) li Amedê girseyeke mezin bi çend çalakîyan rehmetî Tahir Elçi bibîranîn.

Navenda Nûçeyan- Girse ewilî li ber Adlîyeya Dîyarbekirê kom bû. Paşê ji ber Adlîyeyê heta Minareya Çarling a ku Tahir Elçi li ber wê hatibû kuştin meşîyan. Li ber Minareya Çarling, axaftina dawî ya Tahir Elçi li wê derê kiribû hate pêşkêş kirin û qetla Tahir Elçi hate rûreş kirin. Girse paşê çûn ser mezelê rehmetî Tahir Elçi û li wê derê qerenfîl danîn ser mezelê rehmetî.

Rêvebir û endamên Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) jî îro(28.11.2019) li Amedê beşdarî van çalakîyên bibîranîna welatperwerê Kurd, Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi bûn. Heyeta PAKê li ser mezel, li ser navê PAKê sersaxî ji Turkan Elçi ya hevjîna rehmetî Tahir Elçi re xwest û ev qetla hovane rûreş kir.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Timur, Endamên Komîteya Birevebir a Navendî ya PAKê Hanifi Turan, Mehmet Ali Yılmaz, Endamên Meclîsa PAKê Abdullah Polat, Mehmet Dörtyama, û Gelek endamên PAKê di bîranîna Tahîr Elçî de bi hev re meşîyan, tevlî çalakîyan bûn.

 

 

Siyaset Haberleri

Neteweyên Yekbûyî bangî Şamê kir: Bi HSDyê re gotûbêjan bikin
Li Hewlêrê 2 kes ji ber kuştina ajelekî kûvî hatin desteserkirin
Jineke Kurd li Zanîngeha Harvardê dersa Kurdî ya asta bilind dide
Macron, ji bo Polonya seha hewa xwe biparêze balafirên Rafale dişîne Polonyayê
Nedîm Zehawî: Herêma Kurdistanê pêşketineke berçav bi dest xistiye