PAK: 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî Pîroz Be

.

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)ê roja zimanê zikmakî ya navnetewî bi peyamekî pîroz kir û bal kişand qedexeyên li ser zimanê kurdî.

Daxuyaniya PAKê waha ye:

Roja 21ê Sibatê li cîhanê ji alîyê UNESCOyê ve wek ‘’Roja

Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî’’ hatîye qebûlkirin.

Di cîhanê de tu ziman di mistewaya zimanê Kurdî(Kurmancî û Zazakî/Kirmanckî) de tuşî zilm û neheqî, hewla asîmîlasyonê nebûye.

Bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê, heta demeke nêz jî zimanê Kurdî tune hatibû hesibandin.

Niha di derbarê perwerdeyê û di weşangerîyê de hinek gavên erênî hatine avêtin. Lê hîna jî zimanê Kurdî ne zimanekî fermî ye. Hîna jî perwerdeya bi zimanê Kurdî nehatîye qebûl kirin.

Bi siyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya bi dehan salane hatiye meşandin, gelek Kurdên bakurî nikarin û nizanin bi zimanê dayika xwe biaxivin.Ev trajedî û travmayeke mezin û kûr e.

Divê hemû Kurdên welatperwer di vê derbarê de, bernameyên taybet pêk bînin. Divê zimanê Kurdî di jiyana rojane de bibe zimanê me yê esasî. Divê em fêrbûn û axaftina zimanê Kurdî wek prensîbeke esasî di jiyanê de pêk bînin.

Divê hemû şaredarî, weqif, dezgehên sivîl û karsaz dibistan û kursên taybet yên perwerdeya bi kurdî dikin vekin.

Roja Zimanê Zikmakî bila bibe destpêka bidestxistina mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî û bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.

Roja 21ê Sibatê û her roj, her Kurdek divê bi zimanê dayika xwe biaxive. .

21ê Sibatê bila bibe destpêka fêrbûna zimanê Kurdî.

21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî Pîroz Be

Zimanê Me Hebûna Me Ye!

Em Kurdî Fêr Bibin!

21.02.2021

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

APIKUR: Em ji bo hinardekirina petrolê amade ne lê şertên me hene
PDK û YNKyê li hev kir: Dê bi hev re astengiyên siyasî çareser bikin
Li Siwêdayê bi dehan kuştî û birîndar hene: Serê Kaniyê jî li nav hev ket
Serokatiya Durziyên Sûriyê banga li civaka navdewletî kir
Li 36emîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo de 10 rêkxiravên mafê mirovî daxuyaniyek belavkirin