Ozz Nûjen ji bo piştgiriya Kitêbxana Kurdî, Kurd û Swêdîyan bi hev re da kenandin

Ozz Nûjen ji bo piştgiriya Kitêbxana Kurdî gelek artîstên navdar di şeveke sar a Stockholmê de anî ba hev, Kurd û Swêdiyan kenand û 100 hezar kron alîkarî civand.

Navenda Nûçeyan- 3yê sibatê 10 komediyenê (stand-upcomedian) Swêd ji bo alîkariya pirtûkxaneya kurdî li Stokholm bi saya artîstê kurd Ozz Nûjen li tîyatroya INTIMAN, li navenda Stokholmê de hatin ba hav. Bi mehan amadekariya galayê hate kirin û hemû bilêtên galayê jî di demek kin de hatin firotan.  Ji ber kuOzz komedyenekî navdar û hezkiriyên wî gellek in û herweha hemû hevalên wî yên şevê jî navdar bûn,  galayê pir bal kişand ser xwe. Ozz Nûjen û hevalên xwe kurd û swêdîyan, di şevê de anîn ba hev û bi hev re dan kenandin.

Di destpêka gala yê de Ozz, serokê pirtûkxaneya kurdî û karkerên ku li pirtûkxanê kar dikirin ji temaşevana re da nasîn û li ser dîroka pirtûkxaneyê agahdarî da temeşevanan. Dû re hemû komedyenên şevê spasiya xwe ji bo Ozz û inîsîyatîva wî kirin û kêfxweşiya xwe anîn ziman. Ozz Nûjen spasî artistên ku beşdarîya galayê bûn kir û got ”we alîkariyeke mezin gihand pirtûkxaneya kurdî”.

Hatina galayê di serîya 100 hezar kronî de bû û ew hatinî bi temamî ji pirtûkxaneya kurdî re çû.

Ciyê gotinê ye; galayek weha mezin û bi beşdariya navdarên swêdî, nekarekî hêsan e. Înîsîyatif û xebata Oz Nûjen nebûna, nedikarî ev şev çêbûna. Piştgirên PAK- Swêdê aktîf ji bo piştgiriya kitepxana kurdî dixebitin û gelek bigirseyî beşdarê şeva galayê jî bûn.

Dest xweş Ozz û Nûjen û bijî Kitêbxana Kurdî!

Roza Kurdî / RûpelaNû-Stockholm

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist