Ozçelik: Qedera Kurdan tu nikarî bi Enqere, Bexda, Şam û Tehranê ve girê bidî!

Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik, li ser civîna “Tifaqa Netewî” ya li bakurê Kurdistanê ragihand, ku HDP nasnameya partîyek Tirkîyeyî heye û “Tifaqa Netewî” ya Kurd/Kurdistanê ne ligor bername û nasnameya HDP ye.

Navenda Nûçeyan- Mustafa Ozçelik ji K24 re anî ziman, ku “12ê Mijdarê, li ser nave ew alîyên, ku îro civînê dikin, nameyek ji PAK re rêkirin û daxwaz kirin, ku PAK wekî çavdêr beşdarîyê di vê civînê de bike. Em agahdar bûn, ku bi heman naverok name ji PSK û HAK-PAR re jî rêkirin e. Piştî, ku hayadar bûn, ku bi pênaseya çavdêr şaştî kirin e, bi şand hatin seredana PAK û daxwaza beşdarîya me kirin. Rêveberîya PAKê biryar da, ku beşdarî di civînek weha de neke, herweha PSK jî, biryarek bi heman rengî da. Me her du partîyan bi daxûyanîyek hevbeş egerên nebeşdarîya xwe ji raya giştî re eşkere kir.

Sedemên sereke yên neamadebûn a me: Tifaqa Neteweyî tê wateya, pêkhateyên vê tifaqê divê ji neteweyî û niştimanî bin. Bernameya wan alîyên beşdar, divê bernameyek neteweyî/niştimanî be. Lê, ekterê civîna îro HDP, DBP ye. HDP xwe wekî partîyek Tirkîyeyî pênase dike. Dibêje: em dê Neteweyê Demokratîk li Tirkîye ava bikin. Dibêje: Tirkîye welatê me yê hevbeş e. Çawa dibe, tu rabe insîyatifa tifaqa niştimanî/neteweyî Kurdî/Kurdistanê bigre dest? Ev yek ne maqul e!

Tifaqa Neteweyî: Li ser bîngeha parastina mafên neteweyî, bidestxistina statuyê ji bo netewe, ji bo Kurd/Kurdistanê ye. Di bernameya HDP de, ev yek heye? Na nîn e!

HDP vekirî dibêje, em partîyek ji bo damezrandina demokrasîyê li Tirkîye ne. Bêguman PAK demokrasîyê û parastina wê bilind dinirxîn e. Lê, qedera Kurdan tu nikare bi Enqere, Bexda, Şam û Tehranê ve girê bidî!

 

Hûn dikarin li vê lînkê jî bernameyê temaşe bikin

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da