Özçelik: Lêxwedîderketina Alaya Kurdistanê, lêxwedîderketina rabirdû û paşeroja Kurdistanê ye

Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik ji ber sedsalîya ala Kurdistanê daxuyanîyek belav kir û got: Lêxwedîderketina Alaya Kurdistanê, lêxwedîderketina rabirdû û paşeroja Kurdistanê ye.

Navenda Nûçeyan- Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik ji ber sedsalîya ala Kurdistanê daxuyanîyek belav kir û got: Lêxwedîderketina Alaya Kurdistanê, lêxwedîderketina rabirdû û paşeroja Kurdistanê ye.

Di berdawamîya daxuyanîyê de Özçelik wiha got:

 

“Alaya Kurdistanê mîrat û nîşana dîroka gelê me ya bi hezaran salan e. Alaya Kurdistanê  navê berhem û keda 200 salî ya  canfîda û xebatkarên doza azadîya Kurdistanê ye. Alaya Kurdistanê sembol û rengê yekgirtina netewî û niştimanî ya hemû pêkhateyên Kurdistanê ye. Alaya Kurdistanê, bi sebir, bi têkoşîneke fedakarane, bi bedelên mezin, bi dilsozî  û bi lêxwedîderketina prensîb û nirxên netewî û niştimanî bilind dibe, divê bê bilind kirin. Lêxwedîderketina Alaya Kurdistanê, lêxwedîderketina rabirdû û paşeroja Kürdistanê ye.Roja Alaya Kurdistanêli hemû Kurd û Kurdistanîyan pîroz be.”

17.12.2019

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist