Özçelik: Em bi wefata welatperwerê Kurd Sabrî Vesek gelekî xemgînin

Serokê Giştî yê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) Mustafa Özçelik jiber wefata welatperwerê Kurd Sabrî Vesek peyameke serxweşîyê belav kir.

Di peyama xwe de Özçelik wiha got:

 

Şaredarê berê yê navçeya Cizîrê, welatperwerê Kurd Sabrî Vesek şeva 11.06.2020an li Amedê jiber Corona Vîrusê koça dawî kir. Kek Sabri Vesek eve çend rojin li Amedê jiber Corona Vîrusê tedawî didît.

Em bi wefata welatperwerê Kurd kek Sabrî Vesek gelekî xemgînin. Dostekî me yê nêz, kedkar û dilsozekî doza gelê me, rîsipîyekî me yê hêja ji nav me bar kir.

Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wî biheşt be. Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên partîya me, sersaxî, sebir û metanetê ji malbat û nas û dostên Kek Sebrî re dixwazin. Serê gelê me sax be.

Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist