Ozçelîk: Çavên hemû Kurd û Kurdistanîyan ronî be

Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik li ser kuştina serokê DAIŞê Bexdadî peyamek belav kir: Bexdadî yê ku dijminê Kurd û dijminê mirovatîyê gihîşte heqê xwe

Navenda Nûçeyan- Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik li ser kuştina serokê DAIŞê Bexdadî peyamek belav kir.

Di peyama xwe de Ozçelîk wiha got:

“Seroke DAIŞê bi operasyoneke Dewleta Emerîkayê hatîye kuştin. Donald Trump got di kuştina Bexdadî de alîkarîya Kurdên Rojavayȇ Kurdistanê jî çebûya. Bi Êzidî û Misilman û Xrîstîyanîyên xwe û  bi hemû etnîsetêyên xwe çavên hemû Kurd û Kurdistanîyan ronî be. Bi hêvîya ku her zalim û dijminê miletê Kurd, her zalim û dijminê mirohîyê bigihêje vê encama Bexdadî yê ne mirov.”

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist