Oxir be JÎNDARê delal !

Oxir be JÎNDARê delal !

Leyla Yesil

Dema tu hatî dunyayê, hatina te kêfa herî mezin dabû me, ez cara yekem bûbûm 'Met' û min hatina te pîroz kiribû. Lê, çûndina te êşa bê sînor kirîye dilê me û naxwazim bêyî tunebûna te bifikirim.

Hê berbanga sibê bû,  rojê nuh çavê xwe vekiribû dema ku te ji jîyana xwe ya kin xatir xwest û te çavên xwe yên reş ebedî girt. Pir zû bû berxikê bavê min, mirinê çawa qêmîşî te kir?

Lê, hezar mixabin rast bû… rojê berê xwe guhart, esman tarî bû, kanî çikîyan, çivîk bê deng man, gul û çîçekan sitûyên xwe xwar kiribûn…  Axê şerm dikir ku te hembêz bike…gotin qediyabûn.

Jindar,  bê ku tu xatiran ji me bixwazî tu çûyî, em ê çawa ji te ra bibêjin oxir be? 

Em ê te tu carî ji bîr nekin! Ew bişirîna te ya şêrin, ew ruyê te yê bi ken ji ber çavên min naçe!

Te dilê me peritand !

Hatin girtin ew çavên te yên reş, pir heyf bû !

Pir heyf!  Hezar mixabin!  Gotin têr nakin, çiqas bibêjim berîkirina te!

Jîndarê delal!!!

Her du çavên te radimîsim û di nav kûrayîya dilê xwe da ciyekî rengîn vediqetînim ji bo te.

Oxir be dilê metê, OXIR BE!

 

 

Siyaset Haberleri

Li cihê ku Peymana Lozanê lê hat îmzekirin komxebatek: ‘Mafê Çarenûsê û Siberoja Kurdan’
Bafil Talebanî: Divê hikûmet beriya hilbijartinên Îraqê were avakirin
Eşîrên Ereb: Yekane garantorê yekîtiya gelê Sûriyeyê HSD ye
Herêma Kurdistanê mazûvaniya 4emîn Konferansa IKAOSê dike
Prof. Bozarslan: Heta hebûna Kurdan neyê qebûlkirin, pirsgirêk çareser nabe