Orhan Pamûk: Rewşa Tirkîyê gelekî kambax e!

Nivîskarê navdarê tirk Orhan Pamûk dibêje, girtina şaredarên kurd ji alîyê hikûmeta Tirkîyê de nîşan dide ku hurmeta li hember hilbijartin û sindoqên dengdanê xilas bûye.

Navenda Nûçeyan- Nivîskarê navdarê tirk û xwedanê xelata Nobelê, Orhan Pamûk ji kovara OT ya Tirkîyê re behsa romana xwe ya nû ya bi navê “Şevên Vebayê” kirîye.

Orhan Pamûk, ji bilî wê yekê ku behsa naveroka pirtûka xwe kirîye, li ser rewşa sîyasî û aborî ya Tirkîyê jî axivîye û gotîye, rewşa Tirkîyê gelekî xirab û kambax e.

Pamûk her wiha gotîye, li Tirkîyê ji bilî dengdanê demokrasî nemaye, azadîya hizrî û ramanê nîne. Di hilbijartinan de jî, dema derdidin, hilbijartinan betal dikin!

Wî nivîskarê tirk behsa girtina şaredarên kurd ji alîyê hikûmeta Tirkîyê ve jî kirîye û gotîye, hilbijartinên Stenbolê û ew tiştên ku anîn serê şaredarên kurd nîşan didin ku êdî ti hurmeta sindoqên dengdanê jî nemaye.

Bi gotina wî rewşenbîrê tirk, eger gelên Tirkîyê reşbîn bin gelekî mafdar in, ji ber ku rewş gelekî xirab e.

Basnews

 

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin