Omer Sheikhmous li ser rojhelata navîn û pirsa Kurdistanê semîner da

Semîner ji alîyê sîyasetmedar û akademîsyenê kurd yê bi nav û deng Omer Sheikhmous ve hat pêskêşkirin û ji aliyê piştgirên Partiya Azadiya Kurdistanê PAK-Swedê hat organîzekirin.

Li Stockholmê li kitêbxaneya kurdî semînerek hat lidarxistin. Armanc bi semînarê ew bû, ku ciwanên kurd yên ku li Swêd mezin bûne û bi Kurdî bêtir Swêdî ji wan re hêsantir e, li ser problemên Kurd û Kurdistanê agahdar bikin.

Semîner ji alîyê sîyasetmedar û akademîsyenê kurd yê bi nav û deng Omer Sheikhmous ve hat pêskêşkirin û ji aliyê piştgirên Partiya Azadiya Kurdistanê PAK-Swedê hat organîzekirin.

Mijara semînerê li ser tevgera kurd ya netewî, nasyonalîzm û konflikta dewletên rojhilata navin bû. Omer Şêxmûs di semînerê da bi taybetî li ser şovenîzma Tirkan, Farisan û Ereban rawestiya û qala çavkaniyên nasyanalîzma Kurdî kir û bi kurtî li ser dîroka nasyonalîzma Kurdî kir.

Seminer bi pirsên beşdaran û bersîva pirsan bi dawî bû. Beşdarên semînerê gelek bûn, hejmar ne gelek bin jî hin ciwan hatibûn.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist