Omer Osê: Danûstandinên nevbara HSD û hikûmeta Sûrîyê dest pê dikin

Sîyasetmedarê Kurd û parlamenterê Sûrîyê ragihand ku dê danûstandin di navbera HSD û hikûmeta Sûrîyê de dest pê bikin.

Navenda Nûçeyan- Sîyasetmedarê Kurd, li Şamê û parlementerê Sûrî, Omer Osê, ji Rûdawê re ragihand ku civînên dîyalogê wê di navbera berpirsên Hikmûeta Sûrî û hinek fermandarên Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) de, bên encamdan.

Omer Osê ragihand, di rojên bê de li Şama paytext, civîneke dîyalogê wê bê lidarxistin û tekez kir ku ew civîn wê di keşûhewayeke erênî de be.

Tê zanîn ku bêhtir ji carekê hewlên encamdana danûstandin û dîyalogê di navbera Hikûmeta Sûrî û HSDê û MSDê Rêveberîya Xweser de dihatin kirin, heta niha jî ew hewl berdewam in.

Rûdaw

 

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist