OHD’ê têkildarî cenazeyên Kilyosê serî li AYM’ê da

.

OHD’ê têkildarî cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin û pişt re li Goristana Kîlyosê di bin peyarêyekê de hatibûn veşartin serî li AYM’ê da. 

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê, têkildarî cenazeyên ji Goristana Xerzanê ya li Gundê Oleka Jor a Bedlîsê hatibûn derxistin û pişt re li Goristana Kîlyosê di bin peyarêyekê de hatibûn veşartin serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, destûr neda serlêdana sûc a ji ber sûcên “Heqareta li bîranîna kesan” û “îşkence û eziyetê” yên hatin kirin. 

Daxwaza vekirina dozê ya parêzeran a ji bo “Destûr nedayîna lêpirsîna derbarê karmendan de” û “Betalkirina kirariyê” jî hat redkirin. Li ser vê yekê parêzerên OHD’î, serî li AYM’ê dan. 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist