Odeya Bijîşkan a Stenbolê xelata xwe ya îsal da Malbata Şenyaşar

.

Odeya Bijîşkan a Stenbolê (ÎTO) îsal ji bo bîranîna bijîşkê diranan Sevînç Ozgûner "Xelata Mafên Mirovan û Aştî û Demokrasiyê" da Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar.

Dayîka Kurd Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên wê ji aliyê mirovên parlamenterê AK Partiyê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatîn kuştin, di  roja 441mîn a Nobeda Edaletê de, ligel kurê xw,  li ber avahiya Dadgeha Rihayê, “Xelata Mafên Mirovan û Aştî û Demokrasiyê" ya ji aliyê Odeya Bijîşkan a Stenbolê ve ji bo bîranîna Sevînç Ozgûner tê dayîn wergirt.

Odeya Bijîşkan a Stenbolê beriya niha ragihandibû ku " Xelata Mafên Mirovan û Aştî û Demokrasiyê"  di sala 2022an de ji bo malbata Şenyaşar û "Pêkhateyên Berxwedana Bogaziçiyê" bê dayîn.

Di daxuyaniya Odeya Bijîşkan a Stenbolê ya bi boneya xelatdayînê de wiha hat gotin: "Em endama Konseya Navendî ya TTBê Sevînç Ozguner a ku di 23ê Gulana 1980an de li Mecîdiyekoyê li mala xwe ji aliyê dijminên demokrasiyê ve hat qetilkirin di 42yemîn salvegera wî de bi bîr tînin. Xelata Mafên Mirovan, Aştî û Demokrasiyê ku em wek Odeya Bijîşkan a Stenbolê her sal ji bo bîranîna Sevînç Ozguner didin,  xelata îsal dê ji Pêkhateyên Berxwedana Bogazîçî û Malbata Şenyaşar re bê dayîn.”

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo xelatê wergirin çûn Stenbolê.

Emîne Şenyaşar xelat ji Seroka Yekitiya Bijîşkan a Tirkiyê  Şebnem Korur Fincanci wergirt.

Li navçeya Pirsûsê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 14ê Hezîrana 2018an di dema bangeşeya hilbijartinan de malbat û parêzvanên Parlamenterê AK Partiyê Îbrahîm Xelîl Yildiz, du kur û mêrê Emîne Şenyaşar kuştibûn. Kurekî Emîne Şenyaşar di dûkana xwe de û kurek û hevjînê wê jî li nexweşxaneyê hatibûn kuştin. Lê Serdozgeriya Rihayê ji 3 salan zêdetir e li ser bûyera nexweşxaneyê doz venekiriye.

Kurdistan Haberleri

Jiyan Omer: Heta sîstemeke nenavendî neyê avakirin, pirsgirêkên Sûriyeyê çareser nabin
Dana Gas û Crescent Petroleumê 2 milyon dolar dan mexdûrên lehiya Çemçemalê
Erdogan: Pêvajoya Aştiyê bi lez pêşve diçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Ewropayê nexşerêyekê bo pêşvebirina mafên mirovan amade dikin
Barrack: Heta DAÎS bi temamî têk biçe hêzên Amerîka li Sûriyê dimînin