O’Brien: Welatên din dixwazin peyvendîyên xwe li gel Îsraîlê asayî bikin.

Şêwirmendê asayîşa netewî yê Amerîkayê Robert C. O’Brien piştî peymana Îmarat û Îsraîlê behsa asayî kirina peyvendîyên Siûdîyê û Îsraîlê dike.

Şêwirmendê asayîşa netewî yê Amerîkayê Robert C. O’Brien ji kanala NBC re ragehand, îdareya welatê wan piştraste ku gelek welatên din dixwazin wek Îmaratê peyvendîyên xwe li gel Îsraîlê asayî bikin.

Robert C. O’Brien ragehand, eger heye ku Siûdîye jî piştî Îmaratê peyvendîyên xwe li gel Îsraîlê asayî bike.

Roja 13.08.2020ê serokê Amerîkayê Donald Trump, Kurmîrê welîahdê Ebu Dabî Mihemed Bin Zayd û serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu li ser asayî kirina peyvendîyên Îsraîlê û Îmaratê û ragirtina li xwe girtina navçeyê bi pirsgirêk ên Filîstînê ji alîyê Îsraîlê ve rêkeftin.

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin