Obrien: Em gelekî nîgeran in!

Şêwirmendê asayişa niştimanî ya Amerîka ragihand, ew ji wê yekê nîgeran in ku Tirkîyê li Rojavayê Kurdistanê sûcên şer û qirrkirina etnîkî kiribe. Eger wisa be Amerîka dê bêdeng nemîne.

Navenda Nûçeyan- Şêwirmendê asayişa niştimanî ya Amerîka, Robert Obrien ji televîzyoneka Amerîkî re li ser êrişên Tirkîyê li dijî Rojavayê Kurdistanê gotîye, ew nîgeran in ku Tirkîyê li bakûrê Sûrîyê sûcên şer û qirrkirina etnîkî kiribe. Helbet Amerîka dê li hember van tiştan bêdeng nemîne.

Robert Obrien daye xuyakirin ku Amerîka dê Tirkîyê ceza bike û gotîye, ew ji tiştên ku li bakûrê Sûrîyê diqewimin nîgeran in. Ew rewşê ji nêzîkî ve dişopînin.

Wî berpirsê Amerîkî daye zanîn ku wan ji rayedarên Tirkîyê re gotine, ew qebûl nakin li bakûrê Sûrîyê sûcên şer, jenosîd û qirrkirina etnîkî bên kirin.

Beriya niha jî cîgirê nûnerê Amerîka di şerê DAIŞê de, William Roebuck gotibû, Tirkîye li bakûrê Sûrîyê sûcên şer û qirrkirina etnîkî dike.

Çavkanî: Basnews

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir