Obama: Trump zirareke mezin da siyaseta ku di dema min de hat cîbicîkirin

.

Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama ragihand: “Trump zirareke mezin da hinek siyasetên ku min ew cîbicî kirin."

 Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama ragihand: “Trump zirareke mezin da hinek siyasetên ku min ew cîbicî kirin, weke nimûne; yasaya çavdêriya tendirustiyê, ku niha jî astengiya herî mezin e.”

Barack Obama di hevdîtinekê de ji kovara New Yorkê re ragihand: “Ez bi kûrahî çavdêriya siyasetên Trumpê nakim, lê min bala xwe da, îdareya Trump zirareke mezin daye siyasetên di dema îdareya min de hatin cîbicîkirin, ku bûbûn sedema vekişîneke dem kurt, lê di heman demê de serkeftina demdirêj bûn.”

Obama herwiha diyar kiriye: “Ez bi îdareya nû ya namzetê demokratan Joe Biden û cîgira wî Kamala Harris geşbîn im, em li ku rawestiyabin, şiyana wan a berdewamkirinê wê heye.”

Amerîka Haberleri

Neteweyên Yekbûyî: Êrişa li ser Kurdistanê binpêkirineke eşkere ye
Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye
Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene