NYT: Encama hilbijartinê bo desthilata Erdoganî paşdeçûneke mezin e

Rojnameya New York Times ragihand ku encamên hilbijartinên herêmî dîyar dikin ku Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li ‘’Enqere û Stenbolê têk çûye’’ û ew bo desthilata Erdogan ‘’paşdeçûneke mezin’’ e.

Li gor nûçeya VOA Kurmancî, New York Times da zanîn ku ‘’Erdogan li Enqere, ku navenda sîyaseta Tirk e, û li Stenbolê, ku bajarê wî ye û bajarê bazirganîya welêt e, cara pêşî têk diçe’’

‘’Ger Erdogan li Stenbolê hinda bike, piştî 17 salên li desthilatê ewê darbeyeke mezin li partîya wî keve ku piştgirîya gel jî bo wê partîyê kêm bûye’’ rojnamayê nivîsî.

Rojnameyê da zanîn ku hilbijêrên Tirkîyê jiber zextên li ser rikeberîyê û rêvebirina aborîyê bertek nîşan dane.

Li gor rojnameyê rêvebirîya Serokê Amerîka Donald Trump jî hilbijartinên li Tirkîyê ji nêz ve dişopîne û ew hêvî dike ku nîqaşên bi Enqerê re bi dawî bibin.

Di navbera Washington û Enqerê de ser şerê li Sûrîyê û têkîlîyên bi Rûsya re hin caran girjî gur dibe.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist