NYê daxwaza lêkolîna hûr ji bo topbarana îro ya Zaxo dike

.

Nûnertiya taybet a rêxistina Netewên Yekbûyî (NY) li Iraqê derbarê topbaran îro ya Zaxo de beyanameyekî belav kir û daxwaza encamdana lêkolîna hûr kir.

Daxuyaniya nûnertiya NYê de hat ragehandin careke din xelkê sivîl ketine bin bandora topbarana korane, ku li gor yasayên navnetewî nabe êrîş li xelkê sivîl bê kirin.

NYê serxweşî li kesûkarên qurbaniya kir û hêviya selametiyê ji bo birîndaran xwest û daxwaz kir lêkolîna hûr ji bo diyar kirina rewş û sedemê êrîşê bê kirin. Herwaha amaje bi wê yekê jî kir bi rêya wan êrîşan ve dewleta Iraqê tê lewaz kirin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin