NY: Nêzîkî 700 hezar kesî ji Îdlibê koç kirîye

Netewên Yekbûyî (NY) roja duşemê da zanîn ku ji sedema êrîşên vê dawîyê yên leşkerê Sûrîyê bi alîkarîya Rûsya bo ser herêmên li jêr kontrola opozisyona çekdar nêzî 700 hezar kesên sivîl koçber bûne.

Navenda Nûçeyan - Netewên Yakbûyî dibêje, ev hejmar ji meha Kanûnê vir da, lê tenê di hefteya burî da 100 hezar kesên sivîl ji Îdlibê koçber bûne.

Davis Swanson, peyvdarê ofîsa Netewên Yekbûyî ya ji bo pirsên mirovatî, dibêje, rewşek trajedîk li nêzîk sinorê Tirkîyê dom dike û ber bi rewşek aloztir ve diçe.

wanson dibêje, zêdetir ji 400 hezar kes berî niha koçberî wê herêmê bûbûn di dema êrîşên sala bûrî de, berî ku êrîşên niha yên leşkerê Sûrî pêk bên.

Li alîyekê din Çavdêrîya Sûrî bo mafên mirov "SOHR" ku bingeha wê ya sereke li London e û çalakvan û endamên wê di nav axa Sûrîyê da hene dibêje, nêzî 6000 leşkerên Tirk û çekdarên opozisyonê îro ber bi herêma şer ve diçin û dixwazin rêya serek û stratejî ya di navbera Heleb û Dîmeşqê da kontrol bikin.

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist