NY li dijî gefxwarinên Erdogan: Pêdiviya Sûriyê bi tu êrîşên leşkerî tune ye

.

Netewên Yekbûyî li dijî gefxwarinên Erdogan ên li ser Rojavayê Kurdistanê bersiv da û diyar kir, pêdiviya Sûriyê bi tu operasyonên leşkerî yên li ser sînorê wê tune ye.

Li gor Berdevkê Fermî yê Sekreterê Giştî yê NYê Stephane Dujarric têkildarî gefên Erdogan ên êrîşên nû li ser herêmên Sûriyê da zanîn: “Em parastina yekîtiya xaka Sûriyê dikin.”

Herwiha eşkere kir: “Pêdiviya Sûriyê bi tu êrîşên leşkerî tune ye. Pêdiviya Sûriyê bi çareseriya siyasî û gelek alîkariyên mirovî heye. Em ji bo van her du mijaran dixebitin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan, beriya çend rojan gefên êrîşên nû li ser herêmên Sûriyê xwaribûn.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin