NY, lêkolînê li ser sextekarîyên helbijartina borî ya Parlamentoya Iraqê dike

Nûnera taybet a sekreterê giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) li Iraqê (UNAMI) Jeanine Hennis – Plasschaert, li ser sextekarîyên helbijartina borî ya parlamentoya Iraqê lêkolîn dide destpê kirin.

Navenda Nûçeyan - Seroka UNAMI Jeanine Hennis – Plasschaert li gel hejmarek namzedên helbijartina Parlamentoya Iraqê, yên helbijartinên roja 12.05.2018ê civîya.

Wan namzedan behsa wê yekê kirin ku di helbijartinê de serkeftin bidest anîne, lê ji ber sextekarîyê û guhertina dengan ji alîyên sîyasî yên Iraqê ve ji vergirtina kursîya parlamentoyê bêbeş mane.

Di beyanameyekî hevbeş de Jeanine Hennis – Plasschaert û wan namzedan ragehandin ku, di cîvînê de bal kêşandine ser sedemên dûrxistina wan namzedên serkeftî û amaje bi wê yekê jî hat kirin ku serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî rê neda doza wan vekirî bê pêş parlamentoyê.

Seroka UNAMI jî soz da wan, ku lêkolînê li sextekarîyê bike û ragehand, dê hewla çareser kirinê bide.

 

Siyaset Haberleri

Bafil Talebanî: Serkeftina Zaxoyê dîrokî ye
Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye