NY ji kuştin û serkutkirina xwepêşanderan ji alîyê hikûmeta Îranê ve nîgeran e

Berpirsekî NY ragihand, sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres ji kuştin û serkutkirina xwepêşanderên Îranî ji alîyê hikûmeta wî welatî ve nîgeran e.

Navenda Nûçeyan- Ev çend roj in li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî giranbûna nirxa benzînê û gendelîyê xwepêşandan tên kirin.

Heta niha bi dehan kes hatine kuştin, bi sedan kes birîndar bûne û gelek kes jî hatine girtin.

Berdevkê sekreterê giştî yê NY, Stêphane Dujarric di civîneka rojnamevanî de ragihand, sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres ji rewşa Îranê bi taybet ji kuştin û serkutkirina xwepêşandan nîgeran e.

Dujarric her wiha da xuyakirin, Guterres bi nîgeranî pêşhatên Îranê dişopîne.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist