NY: Di nav du hefteyan de 12 kes li kampa Holê hatine kuştin

.

NY ragihand, di nav du hefteyan de herî kêm 12 kes li kampa Holê ya girtiyên DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê hatine kuştin.

Dezgeha karûbarên mirovî ya NY li Sûriyê li ser rewşa kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û hişyarî da û ragihand ku rewşa kampê roj bi roj xirabtir û aloztir dibe.

Li gor wê daxuyaniyê, ji roja 1 Çile heta 16 Çileya îsal, 12 kesên Sûrî û Iraqî li kampa Holê hatine kuştin, ku di nav wan de, jineke Iraqî jî heye, herwiha kesek jî bi giranî birîndar bûye.

Her li gor wê daxuyaniyê, rewşa ewlehî ya xerab li wê kampê, rê li ber gihandina alîkariyên mirovî digre.

Li gor zanyariyên rêveberiya kampê, bûyerên kuştinê zêdetir bi rêya dmançeyên bêdeng pêk tên. Piraniya niştecihên wê kampê malbatên çekdarên DAIŞê ne.

Li gor amarên NY li kampa Holê, 66 Hezar û 101  kes hene, piraniya wan jî malbatên çekdarên DAIŞê ne.


 

Kurdistan Haberleri

Kedkarê doza Kurdistanê Abdulxenî Bakir li Mêrdînê hate veşartin
Xelkê Siwêdayê daxwaza vekişîna hêzên Şamê dike
Li Dêrsimê aşê gundê Elewiyan kirine mizgeft
Şeybanî: Em û HSDyê ji nêzîkbûna leşkerî derbasî çareserkirina pirsgirêkan bûn
Nêçîrvan Barzanî: Divê ne Zona Kesk û Zona Zer, tenê Zona Kurdistanê hebe