Nûnerên eşîrên Iraqê daxwaz û pêşniyarên xwe pêşkeşî Serok Barzanî kirin

.

 Serok Mesûd Barzanî îro 26ê Gulanê roja Duşemê pêşwazî li hejmarek kesayetî û serokeşîrên ji parêzgeha Enbarê û derdora Bexdayê kir.

Baregeha Barzanî ragihand, di hevdîtinê de şanda mêvan spasiya xwe û pêzanîna xwe pêşkêşî Serok Barzanî kir, ji ber helwesta wî ya berdewam di parastin û piştgiriya daxwaz û mafên pêkhateyên Iraqê de. 

Şandê spasiya mêvanperweriya xelkê Kurdistanê kir ku di rojên tengasiyê û di dema şerê li dijî terorê de bi sedhezaran koçber û aware hewandine.

Di hevdîtinê de, endamên şanda mêvan behsa rewşa parêzgeha Enbarê û maf, daxwaz û pirsgirêkên deverên xwe kirin. Wan Serok Barzanî derbarê çendîn pêşniyar û daxwaziyên xelkê deverên xwe de agahdar kirin û daxwaz kirin ku di proseya hikûmraniyê û saziyên dewletê de hevsengî hebe, û hemahengî, biratî û lihevkirin di navbera hemû pêkhateyên Iraqê de bihêztir bibe.

Serok Barzanî, piştî bixêrhatina li şanda mêvan, di gotarekê de  ronahî xist ser wan şaşî û binpêkirinên ku piştî hilweşandina rejîma berê hatine kirin û tekezî li ser wê yekê kir ku proseya siyasî li Iraqê wê demê serkeftî dibe ku hemû alî pabendî destûrê û prensîpên hevbeşî, lihevkirin û hevsengiyê bin.

Serok Barzanî behsa guhertinên li navçeyê, hilbijartinên bê yên Iraqê û awayê parastina Iraqê ji gef û astengiyan kir.

Di beşeke din a hevdîtinê de, Serok Barzanî bersiva pirs û têbîniyên mêvanan da.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist