Nûnera NY bûyera li Şingalê şermezar kir

.

 Nûnera Neteweyên Yekbûyî li Iraqê, Jenin Plasschaert astengkirina berbijêrên Partiya Demokrata Kurdistanê li Şingalê şermezar kir.

Di konfranseke rojnamevanî de ku li Bexdayê hat lidarxistin, Plasschaert di bersiva pirsa peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê de têkildarî bûyera rêgirîkirin li berbijêrên PDKê li Şingalê got ku “haya wê ji bûyera Şingalê heye”, û dilgiraniya xwe “ji astengkirina namzedên li Şingalê” anî ziman.

Plasschaert diyar kir, “Her berbijêrek azad e ku ji bo hilbijartinan kampanyayê bike” û got, “Ez astengkirina berbijêran li Şingalê şermezar dikim.”

Berpirsa UNAMIyê di derbarê hilbijartinên Iraqî de jî da xuyakirin, gelek kesan dilgiraniya xwe ji sextekariya di hilbijartinan de diyar kirine, û bal kişand ser wê yekê ku çavên cîhanê “li encamên hilbijartinên Iraqî ye”.

Jenin Plasschaert got, “Ev hilbijartin dê ji ya berî wê cudatir be, û em hêvî dikin ku ji hilbijartinên berê çêtir be.”

Plasschaert bang li Iraqiyan kir û got, “Divê hemwelatiyên Iraqî bizanibin ku beşdarbûna wan di dengdanê de pir girîng e”, û destnîşan kir "dibe ku hemû Iraqî ji encamên hilbijartinan razî nebin.”

Bi gotina Plasschaert, dengnedana hemwelatiyan derfetê dide kesên din, ku di paşerojê de li cihê wan biryaran bidin.

Wê tekez kir ku “encamên hilbijartinan dê her tiştî neguherîne”, û got ku hilbijartin “rêyek e ji bo bidestxistina xweşguzeraniyeke zêdetir, û tişta herî giring qonaxa piştî hilbijartinê ye.”

Roja Şemiyê 2ê Cotmeha 2021an, karwana bangeşeya kandîdên PDKê dema ku dixwest biçe Şingalê, li nêzîk Mezargeha Şerfedîn a Kurdên Êzdî û li gundê Guhbel, ji aliyê çekdar û alîgirên YBŞê û PKKê ve rê lê hat girtin û rê nehat dan ku ew derbasî Şingalê bibin.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn