Nûkirina îqameyan li Hewlêrê dest pê kir

Ew kesên bîyanî yên li Başûrê Kurdistanê ku di dema qedexeya hatinûçûnê de, dema karta wan a nîştecihbûnê anku îqame yan jî vîzaya wan bi dawî bûye, nayên cezakirin û dê îqameyên wan bêne nûkirin.

Navenda Nûçeyan - Rêveberê Fermangeha Nişîngeha Hewlêrê, Kamîl Berzincî ji Rûdawê re ragihand, ji Yekşemîyê 11ê Gulanê ve dan û nûkirina îqameyên kesên bîyanî yên li Herêma Kurdistanê dest pê kirîye.

Kamîl Berzincî got, bi fermana Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, ew ji cezayê maddî yê wan kesan xweş bûne, ku moleta wan a nîştecihbûnê temam bûye, lê ji ber biryara qedexeya hatinçûnê û girtîbûna sazîyên fermî nekarîne serdana Fermangeha Nişîngehê bikin û îqameya xwe nû bikin.

Kamîl Berzincî diayr kir, kesên ku dema îqameya wan bi dawî bûye, dikarin rojane ji saet 09:00 sipêdê heya 16:00 êvarê serdana nîşîngehên parêzgehan bikin ji bo wergirtin an nûkirina îqameyên xwe.

Rêveberê Fermangeha Nişîngeha Hewlêrê herwiha da xuyakirin, mohleta demkî ya mana wan kesan nayê dirêjkirin ku bi vîzaya yek mehî serdana Herêma Kurdistanê kirine û dema mana wan temam bûye.

Ji ber belavbûna vîrusa koronayê û di çarçoveya tedbîrên ji bo rûbirûbûna vê vîrusê de, Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi 14ê Adara 2020an ve qedexeya hatinçûnê ragihandîye, ku ew qedexe çendîn caran hatîye dirêjkirin.

Herî dawî Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê di 11ê Gulanê de careke din qedexeya hatinçûnê ya di navbera parêzgehan û bajaran de bo dema heftîyeke dinj, wate heta 18ê Gulanê dirêj kir.

Li Herêma Kurdistanê bi hezaran hemwelatîyên Kurd ên ji Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê hene, ku bi îqameyê li Herêma Kurdistanê dimînin û ji xwe re kar dikin.

Rudaw

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist