Nûbiharê pirtûka nû ya Evdirehman Elçek çap kir: ‘Çîrokên li ber bayê’

.

 Pirtûka nû ya çîrokan a Evdirehman Elçek a bi navê “Çîrokên li ber bayê” ji Weşanxaneya Nûbiharê derket.

Edîtorê pirtûkê Rizgar Elegez di pêşgotina pirtûkê de wiha dibêje:

“Di edebiyata Kurdî de cihê kurteçîrokê hingî diçe geş dibe.

Evdirehman Elçek jî di vê berhemê de vebêjiya xwe ya di kurteçîrokê de berdewam dike.

Metneke edebî bi rêya vebêjer dengê xwe diafirîne lê dengê her xwendinê aîdê xwîner e.

Di çîrokên Elçek de dengekî tazî û ragirtî di derûna karakteran de rengê xwe xwîner.

Di berhemê de zeman û mekan ber bi rabihuriyê ne.”

Elegez diyar kir ku mekanên hin çîrokan wekî nexweşxane, xaniyên vala, kesên tenê, tirs û xeyalên wan atmosfera metnê ava dikin û li ser şêwaza Elçek wiha pê de çû:

“Elçek şêwazên cihê di vegotinê de dane xebitandin, car heye deqên kurt û parçeyên tematîk şewqa xwe dikine ser mijarê.

Car heye çîrok di teqla nezmê de daye herikandin.

Helbet Elçek piranî li pey mijarê ye ku kêş û vekêşa derûna vebêjer, meriv dibê ji jiyana şexsî û rojane didin der.

Çîroka bi navê Celse ku bi beşên celseyên mehkemeyê diherike, hest û bêhûdeyiya wê hewaya Doz a Kafka jî dide.”

Evdirehman Elçek sala 2020ê jî bi navê “Şîva Miriyan” pirtûkeke çîrokan li Weşanxaneya Nûbiharê çap kiribû.

Evdirehman Elçek kî ye?

Evdirehman Elçek sala 1979an li Erziromê ji dayîk bûye.

Beşa Zimanê Tirkî xwendiye û niha mamostetiyê dike.

Berhemên wî:

Neban, çîrok, (Weşanxaneya Lîs, 2017)

Şîva Miriyan, çîrok, (Weşanxaneya Nûbihar, 2020)

Çîrokên li ber bayê, çîrok, (Weşanxaneya Nûbihar, 2025)

Siyaset Haberleri

Ebdilxaliq Telet: Hejmara Kurdan di artêşa Iraqê de bi bername hatiye kêmkirin
TEHRAN - Parêzerên Kurd gihîştin hev: Koma Parêzerên Kurd hat damezirandin
Saziyên zimên li Wanê dicivin: Stratejî û polîtîkayên nû tên nîqaşkirin
Di 20 rojan de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 164 kes hatin îdamkirin
Bexda vekirina deriyê sînorî “Rebîe” yê bi Hesekê re red dike