Nûbihara 151'ê derket

Kovara Nûbiharê bi hejmara xwe ya 151'ê li pêşberî xwendevanên xwe ye.

Navenda Nûçeyan -Nûbihar ku sê mehane ye,bê navber derdikeve lê hinek dereng derdikeve. Kovarê hejmara xwe ya bihara 2020'an pêşkêşî xwendevanên xwe kir. Di vê serdema koronayê de kovar hinek derengî digihîje ber destê xwendevanan. Edîtorê kovrê Suleyman Çevîk bi kurtahî li ser meseleya koronayê û bandora wê sekinîye.

Ahmed Aras bi sernavê "Mele Mistefa û Rewşenbîrê Kurda û Qedrîcan" nivîseke bîranînî nivîsîye. Di nivîsê de qala çûyîna xwe ya Rojava, têkilîya xwe ya ligel Qedrîcan a li wê derê û agahîyên li ser Mele Mistefa û meseleya rewşenbîra a li wir kirîye.

Balkêş e di vê hejmarê de gelek nivîs û helbest li ser Mîks û Hîzanê hatine belavkirin. Helbestekî Feqîyê Teyran ku Mela Muhemmedê Gulnarê Miksî peyda kirîye, nivîsa Nevzat Eminoğlu ku Hîzanê wekî navendeke îlmê dînî û edebîyateke kurdî bi nav kirîye û her wiha hevpeyvîneke ligel Îbrahîm Sunkur hatîye kirin ku ew jî li ser heremê diaxive. Dîsa çend helbestên vê hejmarê jî ji alîyê kesên vê derdorê ve hatine nivisîn.

Dîsa Hêriş Kemal Rêkanî helbesteke Axaokê Bêdarî ku ev helbestvan jî ji Hîzanê ye û helbestvanê sedsala 17-18'an de derxistîye holê.

Ji nivîsên din Roşan Lezgîn li ser Mela Mihemedê Palo nivîsa xwe amade kirîye û jîyana balkêş a Paloyî pêşkêş kirîye.

Murad Celalî ferhengaYûsif Zîyaeddîn Paşa, El-Hedîyyetul Hemîdîyye fî Luxatîl Kurdîyye girtîye dest. Nivîskar Ali Karadeniz jî bi sernavê "Bi çavekî din Destana Zenbîlfiroş û çend vederxistin" mesele girtîye dest.

Ji bilî van jî hin nivîs û helbestan di kovarê de cih girtine.

Ji bo têkilî: 

Tel: 0212 519 00 09- 0505 259 84 02

Mail: nubihar@gmail.com

 

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!