Nivîskarê Kurd Zeynel Abidîn Han koça dawî kir

Nivîskar, helbestvan û weşangerê Kurd Zeynel Abidîn Han li Almanyayê ji ber celta dil koça dawî kir.

Navenda Nûçeyan - Nivîskarê Kurd Zeynel Abidîn Han roja 26ê Sibata 2020an li paytexta Almanyayê tûşî nexweşîya dil bû koça dawî kir.

Zeynel Abidîn Han piranî derbarê ziman û serxwebûna Kurdistanê de dinivîsand û herî dawî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha gotibû: “Mirov divê berî ku Serxwebûnê bibîne, nemre. Mirov divê ji bo mirineke wisa bixebite û bitêkoşe. Mirov wê demê jixwe nemir e.”

Di parvekirineke din a xwe de nivîskarê Kurd dibêje: “Em tenê bi Kurdî dikarin xwe ji tunebûnê rizgar bikin û em tenê bi hizra serxwebûnê dikarin welatê xwe ji dagîrkeran rizgar bikin.”

Zeynel Abidîn Han li gundê Gimgim a Mûşê Qilçixê ji dayîk bûye.

Li Enqerê di zanîngeha felsefe xwendîye û dûv re bi demekê ve mamostetîya felsefê kirîye. Piştre ji ber sedemên sîyasî mecbûr maye û derkeftîye Ewrupayê.

Ji ber raman û xebatên xwe gelek caran hatîye zîndanîkirin. Bi zaraveyên kurdîya Kurmancî û Zazakî (Kirmanckî) û helbest, çîrok û roman nivîsandine.

Zeynel Abidîn Han demekê li Berlîn edîtorîya Weşanên Evra kirîye û herwiha di sala 2015an de dest bi edîtorîya Kovara Xwenasê a felsefeyê kiribû.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist