Nivîskar Nezîr Çakan hat tewqîfkirin

.

Endamê PEN'a Kurd û rêveberê Komeleya Wêjevanên Kurd nivîskar Nezir Çakan hat tewqîfkirin.

Nivîskar Çakan 12'yê vê mehê li Erxeniya Amedê hat binçavkirin. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya "Lêpirsînên Kobanî" de der barê wî de biryara binçavkirinê dabû. Çakan piştî wir hat binçavkirin ew birin Enqereyê û 16'ê mehê 5'emîn Serdozgeriya Cezaya Sulhê ya Enqereyê biryara tewqîfkirina wî da. Nivîskar Çakan birin Girtîgeha 3 Nimre ya Sîncana Enqereyê.

 

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin