Nijdarperestên Tirk Wezîra Kurd bi destdirêjiya cinsî tehdît kirin

.

Wezîra Hawirdor û Dadê ya Herêma Flaman a Belçîkayê Zuhal Demîr, li ser medya civakî û bi rêya maîlan rastî gefên destwerdana cinsî hat.

Hat ragihandin ku Dozgeriya Limburgê derbarê gef û heqaretên li Wezîra Hawirdor û Dadê ya Herêma Flamanê Zuhal Demîr de lêpirsîn daye destpêkirin.

Wezîra Kurd Zuhal Demîr hefteyek berê Saziya Diyaneta Tirkiyê weke “Baskê Dirêj” Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan pênase kiribû û gotibû bi saya wê yekê Tirkên li Belçîkayê xistiye bin kontrola xwe.

Zuhal Demîr diyar kiribû ku divê mizgeft ji aliyê darayî û îdeolojîk ve serbixwe bin, an dê rewatiya xwe ji dest bidin.

Piştî van gotinên Demîr gefên destwerdana seksê li Demir hatin xwarin ku li gor zanyariyên hatine belavkirin; bi zimanê Tirkî mail ji Zuhal Demîr re hatine şandin û tê de gefa destdirêjiya seksê dixwin.

Di mailekê de hatiye gotin: “Ez navnîşana mala te dizanin û eger tu xwe bêdeng nekî ez dizanim te li ku derê bigirim.”

Polîsan niha ji bo zelalkirina nasname û navnîşana kesê maîl şandiye dest bi xebatên xwe kirine û parastina Wezîra Kurd zêdetir kirine.

Zuhal Demîr ku bi eslê xwe ji bajarê Dêrsim ê Bakurê Kurdistanê ye û 12ê Adara 198an li bajarê Genk ê welatê Belçîkayê hatiye dinyayê. Demir parêzer e û endamê Partiya Flaman e. Zuhal Demir ji 24ê Sibata 2017an ve di hikûmeta Belçîkayê de wezîr e.

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!