Nifûsa Tirkîyeyê 83 milyonî derbas kirîye

Nifûsa Tirkîyeyê di sala 2019an de li gor sala berê milyonek û 151 hezar û 115 kes zêde bûye û derketîye 83 milyon û 154 hezar û 997 kesî.

Navenda Nûçeyan- Nifûsa Tirkîyeyê di sala 2019an de gihîştîye 83 milyon û 154 hezar û 997 kesî.

Sazîya Îstatîstikê ya Tirkîyeyê (TUİK) "Encamên 2019an a Pergala Qeyda Nifûsê ya Li Ser Navnîşanê" eşkere kirîye.

Li gorî encamê, nifûsa Tirkîyeyê li gor par 151 hezar û 115 kes zêde bûye. Di sala 2018ê de nifûsa Tirkîyeyê 82 milyon û 3 hezar û 882 kesan pêk dihat.

 Di nifûsê da rêjeya mêran ji sedî 50,2 (41 milyon û 721 hezar û 136 kes) ya jinan jî ji sedî 49,8 (41 milyon û 433 hezar û 861 kes) e.

Leza zêdebûna nifûsê ya salane di sala 2018an da ji hezarî 14,7 bû û di sala 2019an da ev hejmar ji hezarî daketîye 13,9an.

Rêjeya kesên li navendên navçe û bajaran rûdinên di sala 2018an da ji sedî 92,3 bûye û ev hejmar di sala 2019an da derketîye ji sedî 92,8an.

Rêjeya kesên li gund û bajarokan dijîn jî ji sedî 7,2an daketîye. 

 

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist