NEWROZ, li Ewropa bi şîara JIN JIYAN AZADÎ hatin pîroz kirin

.

Bi amedekariya Navenda Hevkariya Hêzên Rojhilatê Kurdistanê, Li gelek derên welat û Ewropa li meydanan Newroz bi awayê xwepêşandanan bi diruşma Jin Jîyan Azadî hatin pîroz kirinê.

Xwepêşandanên Newrozan, bi sirûdên netewî, stranên gelêrî û şoreşgerî  li meydanan hatin pîrozkirinê.  Agirên Newrozê ji aliyê Jinên kurd ku bi cilên kurdî reng didan şoreşê ve bi silavên piştgiriyê ji bo şoreşa Jîna Emînî û serhildana Rojhilatê Kurdistanê hatin pêxistinê. Bi xemla xwe, bi cil û bergên xwe, bi axaftin û têkilîyên xwe mohra Kurdistanîyan hakimî wan Qadên Newrozê bû. Leylana dîmenan, agirê Newrozê li bakirin û awayê hildanên ala Kurdistanê hêjayî dîtinê bû.. Dikê Newrozan îsal li Ewropa li meydanan bû.

Li ser wan dikan gelek beyan û peyamên şoreşa Jîna Emînî hatin xwendin. Hest û helwest bi giştî piştgirîya şoreşa Jîna Emînî ‘Jin Jîyan Azadî’ yê bû. Girse bi yek deng û yek helwest bû. Ne serma û ne jî baran nekarî coş û kelecanê kêm bike.

Endam û piştgirên Partîya Azadîya Kurdistan-PAKê bi peyamên xwe di Newrozan de amadebûn.

Rûpela Nûyê jî, hefteyekê agahdarîyên van Newrozên ku ji alîyê Hevkarîya Hêzên Kurdistanê-Îran ve hatinbûn organîzekirinê bi berdewam di manşetên xwe de da.

Eva jî hinekî dîmenê ji qadên Newrozên li Koln, Stockholm û Kopenhagin’in:

Rûpelanû/Ewropa

19.03.2023

 

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin