Nevîyê Şêx Seîd: Em dest ji ziman û nirxên xwe bernadin

Nevîyê Şêx Seîd nerazîbûn nîşanî Partîya Vatan û serokê wê da û tekez kir, “Em dest ji ziman û nirxên xwe bernadin.”

Navenda Nûçeyan- Nevîyê Şêx Seîd, Kasim Firat ku di heman demê de Serokê Komeleya Şêx Seîd e, li Amedê piştî nimêja Înê daxuyanîyek belav kir û nerazîbûn nîşanî daxwaza Partîya Vatan a ji bo rakirina remz û navên Şêx Seîd û Seyîd Riza da û got, “Em wan baş nas dikin, ew dixwazin kuştina Kurdan berdewam bikin. Ew ên ku ziman û hebûna Kurdan qebûl nedirin bi salan êriş kirin. Bila bizanin em ne ji zimanê xwe û ne jî ji nirxên xwe dest bernadin.”

Kasim Firat dîyar kir ku Şêx Seîd rûmeta gelê Kurd e û got ku êrişeke berfireh li ser nirx û çanda Kurdan heye û lê tekez kir ku Kurd serî li ber zext û fişaran natewînin. Nevîyê Şêx Seîd aşkere kir ku ew dê derbarê Dogu Perînçek û partîya wî de, li dadgehê gilî tomar bikin.

Serokê berê yê Baroya Amedê, Mehmet Emîn Aktar jî got ku li her dera cîhanê nefret weke tawanekê tê hesibandin û dîyar kir, “Îro gorên Şêx Seîd û Seyîd Riza ji ber vê yekê dîyar nînin. Em dê li ser vê êrişa li ser nirx, ziman û bîra gel, gilî tomar bikin. Tawaneke handana xelkê ji bo kerb û dijmintîyê heye.”

Partîya Vatan a di bin serokatîya Dogu Perînçek de, serî li parêzgarîyên Amed û Dêrsimê daye bo ku remz û navên ji herdu ji rêberên Kurdan, Şêx Seîd û Seyîd Riza ji şeqam, kolan, qad û hemû tabelayên li wan bajaran bên rakirin.

Herdu rêberên şoreşên Kurdan, Şêx Seîd 29ê Hezîrana 1925an û Seyîd Riza jî 15ê Mijdara 1937an ji alîyê hikûmetên Tirkîyê yên wê demê ve hatibûn darvekirin û heta niha jî gorên herdu rêberên Kurdan jî ne dîyar in.

Siyaset Haberleri

Neteweyên Yekbûyî bangî Şamê kir: Bi HSDyê re gotûbêjan bikin
Li Hewlêrê 2 kes ji ber kuştina ajelekî kûvî hatin desteserkirin
Jineke Kurd li Zanîngeha Harvardê dersa Kurdî ya asta bilind dide
Macron, ji bo Polonya seha hewa xwe biparêze balafirên Rafale dişîne Polonyayê
Nedîm Zehawî: Herêma Kurdistanê pêşketineke berçav bi dest xistiye