Neteweyên Yekbûyî: Serê 10 xulekan jinek tê kuştin

.

 Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî, li cîhanê serê 10 xulekan jinek tê kuştin.

Neteweyên Yekbûyî bi helkefta 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî derbarê rewşa jinan raporek belav kir.

Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî, li cîhanê serê 10 xulekan jinek tê kuştin û ji her 4 welatan li welatekî di ware mafên jinan de bipaşketin çêbûye.

Raporê diyar kir ku alîkariya ji bo rêxistin û saziyên parastin û piştgiriya jinan tê birîn.

Neteweyên Yekbûyî daxuyand ku li seranserê cîhanê serê 10 xulekan jinek an jî zarokeke keç ji aliyê mêr an jî endamên malbatê ve tê kuştin.

Li gorî raporê, li seranserê cîhanê ji sala 1995an û heta îro hejmara parlamenterên jin 2 qatan zêde bûye lê dîsa jî ji her 4 parlamenteran 3 mêr in.

Raporê bal kişand ser keda jinan û destnîşan kir ku jin li gorî mêran 2 qat û nîvan zêdetir dixebitin lê tenê xwediyê ji sedî 64ê mafên yasayî ne.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî bal kişand ser wê yekê ku sûda hemû kesî di bipêşketina jinan de heye lê mafên jinan rastî êrişan tên.

Siyaset Haberleri

Tuncay Sonel û du kesên din ji ber 4 tawanên din jî hatin girtin
Li Îranê 2 girtiyên siyasî li ber çavên xelkê hatin daleqandin
Li Hewlêrê 5 dron hatin xistin
Dîrok ji bo hilweşandina HSD û Rêveberiya Xweser a Rojava hat dayîn!
Îranê hunermendekî Kurd û dayîk û xwişka wî bi hev re kuştin