Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî da ku bikaranîna dronên biçek her ku diçe zêde dibe.
Ev yek dibe sedema mirina gelek sivîlan.
Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir ku van çekan hinek herêm "veguherandine dojehê".
Her wiha Neteweyên Yekbûyî bangî cîhanê kir ku bi lez bikeve nav liv û tevgerê.
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk bal kişand ser metirsiya mezin a çekên xweser.
Volker Turk bangî civaka navneteweyî kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên exlaqî û hiqûqî yên van çekan demildest gavan biavêje.
Volker Turk li Cenevreyê di rûniştina Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de axivî.
Wî diyar kir ku ji bo sînordarkirina hovîtiya çekên xweser, pêwîstî bi tevgereke lezgîn a navneteweyî heye û got:
"Nabe ku çekên xweser wekî 'destûrnameyên bêsînor' ji bo pêkanîna komkujiyan werin bikaranîn."
Wî her wiha destnîşan kir ku divê qanûn û rêziknameyên navneteweyî bi lez bên nûkirin.
Bi gotina wî bi vî awayî kontrola mirovî û berpirsyarî dê were misogerkirin.
Wehşeta dronan: Hinek dever bûne dojeh
Komîserê Bilind bal kişand ser guherîna şêwaza şerên îro û bikaranîna zêde ya dronên "nîv-xweser".
Turk anî zimên ku bi dronan li gelek deverên wekî Kongoya Demokratîk, Xeze, Îsraîl, Libnan û Myanmarê "xelekên nû yên dojehê" hatine afirandin.
Wî da zanîn ku mirovahî niha bi rastiyeke metirsîdar re rû bi rû ye.
Volker Turk diyar kir ku li Ukraynayê êrişên bêrawestan ên dronan bûne sedema komkujiyan û tirsê dixin dilê xelkê sivîl.
Wî her wiha eşkere kir ku li Sûdanê, tenê di navbera mehên kanûna paşîn û gulana îsal de, zêdetirî hezar sivîlî di êrişên dronan de hatine kuştin.
Turk destnîşan kir ku ev dron ne tenê mirovan dikujin ew di heman demê de karwanên alîkariyê û binesaziyên enerjiyê yên jiyanî jî wêran dikin.
Gelo dê rê li ber "robotên kujer" bê girtin?
Pispor hişyariyê didin ku hişê çêkirî bi lez bi pêş dikeve.
Dibe ku ji ber vê yekê kontrola mirovan a li ser van çekan bi temamî nemîne.
Ev deh sal in ji bo rêkûpêkkirina çekên xweser hevdîtin didomin.
Ev çek wekî "robotên kujer" tên naskirin.
Tê pêşbînîkirin ku di dawiya îsal de dewlet li ser vê mijarê biryarekê bidin.
Dê diyar bibe ka dê peymaneke berfireh û fermî were îmzekirin an na.
Volker Turk ji bo rêgirtina li vê metirsiya mezin gavan biavêje bangî civaka navneteweyî kir û got:
"Ji bo parastina jiyana sivîlan, divê li ser nêzîkatiyeke hevpar lihevkirinek çêbibe."
Turk di dawiyê de bal kişand ser bêwatebûna şer û got:
"Çekên bi bihayê milyar dolaran ên bi hişê çêkirî li hemberî mertalên parastinê yên milyar dolarî tên pûçkirin.
Ev yek hovîtî û bêwatebûna şer bi her awayî radixe ber çavan."