Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser êrişa bi dronan a li dijî ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got, “Binpêkirineke eşkere ya serweriyê ye.”
Li gorî daxuyaniya Dijîterora Kurdistanê, berê sibeha bi dronên bombebarkirî êrişî Ofîsa Taybet a Serokwezîr û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê hat kirin.
Ev cih li navçeya Pîrmamê ya parêzgeha Hewlêrê ne.
“Em şermezar dikin”
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric ji Rûdawê re li ser van êrişên bi dronan axivî û got:
“Bi awayekî eşkere ev binpêkirina serweriya Îraqê ye. Em êrişa li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin.”
Pirsa Rûdawê û bersiva Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric wiha ye:
Rûdaw: Tenê pirsek, îro du dronên bombebarkirî yên Îranê Herêma Kurdistan kir armanc. Yek ji wan li ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ket. Li gorî gotina berpirsên wê derê, ev yek wekî pêngaveke metirsîdar tê dîtin. Gelo Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî vê êrişa li ser Kurdistanê wekî êrişa li ser serweriya Îraqê dibîne?
Stephane Dujarric: Bi awayekî eşkere ev binpêkirina serweriya Îraqê ye. Em êrişa li ser ofîsa Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê şermezar dikin.