Neteweyên Yekbûyî, Çîn û Hîndistanê Hişyar Dike

Neteweyên Yekbûyî (NY) Çîn û Hîndistan jiber girjîyên di navbera her du dewletan de hişyar kir.

Navenda Nûçeyan - Berdevikê NY’ê Eri Kaneko dîyar kir ku tundûtûjîya li sînorê Çîn û Hîndistanê ji wan re fikar çêkirine.

‘’Nûçeyên mirin û tundûjîyê yên ji sînorê Çîn û Hîndistanê ji me re fikar çêkirin. Em gavên her du dewletan yên bo kêmkirina girjîyê jî qeyd dikin.’’ Kaneko got.

Di pevçûnên li sînorê Çîn û Hîndistanê de bi kêmî ve 20 leşkerên Hînd hatibûn kuştin.

Ji 45 salan vir ve ew cara pêşî ye ku di navbera Çîn û Hîndistanê de pevçûneke ewqas giran çêdibe.

Girjîya di navbera her du dewletan de jiber rêyeke ku Hîndistanê dest bi çêkirina wê kirîye, gur bû.

Çîn îdia dike ku ew rê serwerîya wê binpê dike û ji Hîndistanê xwestibû ku çêkirina wê rêyê rawestîne.

 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin