Netewên Yekgirtî: Sûrîye û Rûsyê tawanên şer li Idlibê kirine

Lêkolînerên ser bi Netewên Yekgirtî ve ragihand, firokeyên şer ên Sûrîye û Rûsyayê êrîşî dibistan, nexweşxane û bazar li parêzgeha Idlibê kirine, ew tawan jî digihin asta “tawanê şer”.

Serokê Komîteya Lêkolînkirina Binpêkirina ya ser bi Netewên Yekgirtî ve Paulo Pinheiro ragihand, zarok li dibistanan, xwedîyên wan li bazaran û nexweş li nexweşxaneyan hatin bombebarankirin.

Raporta Komîteya Lêkolînkirinan dîyar dike, ji meha Mijdara 2019an û heta meha Nîsana 2020an, 52 êrîş bi nêzîkî 3 hezar hevpeyvîn, wêne û girtevîdyo hatine belgekirin.

Hêzên rêjîma Sûrîyê bi piştevanîya Rûsyayê ji destpêka meha Berçileya 2019an ve dest bi êrîşeke berfireh li ser parêzgaha Idlibê kir, ku bû sedema koçberbûna nêzîkî milyonek kesî. Ew êrîş di 6ê Adarê bi ragihandina agirbestekê di navbera Rûsya û Tirkîyê de hate rawestandin.

Di raportê de hat jî, di wê operasyonê de hêzên rêjîma Sûrîyê û grûpên terorist bi awayekî berçav yasayên şer û mafên mirovan binpê kirine.

Li gor zanyarîyên wê komîteyê, di navbera 1ê Mijdara 2019an û 30 Nîsana 2020an de 17 xalên tendirustîyê, 14 dibistan, 9 bazar û 12 mal ji alîyê hêzên rêjîmê û piştevana wê Rûsyayê ve rastî êrîşan hatine û tê de 676 sivîl hatine kuştin.

Komîteyê da zanîn jî, grûpa Desteya Tehrîr El Şamê jî kiryarên revandin û kuştina welatî û rojnamevanan kirine.

 

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe