Netewên Yekgirtî raportek derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de belav kir

Ofîsa Karûbarên Mirovî ya Netewên Yekgirtî (NY) raportek derbarê zîyan û bandora êrişa Tirkîyê û grûpên çekdar a li ser Rojavayê Kurdistanê belav kir.

Navenda Nûçeyan- Ew raporta Ofîsa Karûbarên Mirovî ya NYê heyama di navbera 1 heta 19ê vê mehê li xwe digire û tê de tê gotin, 75 hezar û 438 kes hê jî koçber in ku 31 hezar û 680 kes ji wan zarok in û 18 hezar û 860 kes jî jin in.

Hatîye dîyarkirin ku 48 hezar û 884 kes xelkê parêzgeha Hesekê, 19 hezar û 471 kes xelkê parêzgeha Reqa û 7 hezar û 83 kes jî xelkê parêzgeha Helebê ne.

Di dewama raportê de tê gotin 117 hezar û 132 kes vegerîyane cihên xwe û nîvê wan vegerîyane wan navçeyên ku niha ketine jêr destê Tirkîyê.

Ofîsa Karûbarên Mirovî ya NYê aşkere dike ku zêdetirî 15 hezar û 750 kes derbasî Herêma Kurdistanê bûne ku 10 hezar û 127 kes ji wan li kampa Berdereşê hatine bicihkirin, hezar û 881 li kampa Gewlîyan, 3 hezar û 751 kesan jî kamp bicî hiştine. Herwiha hatîye dîyarkirin 13 hezar û 630 kesan weke penaber navn xwe tomar kirine û ji sedî 34 xelkê Qamişlo û ji sedî 33 xelkê Serê Kanîyê ne.

Di wê raportê de amaje bi şer û pevçûnên li Rojava jî tê kirin û tê gotin ku li nêzikî rêya M4 a navdewletî û Til Temirê şer berdewam e di navbera şervanên HSDê û grûpên çekdar de û hatîye dîyarkirin ku ev yek jî bûye sedema koçberabûna bi hezaran kesan.

Herwiha tê gotin ku di encama çend teqînan li bajarên Qamişlo, Serê Kanîyê û Girê Spî de, hejmareke xelkê sivîl canê xwe ji dest dane.

Ofîsa Karûbarên Mirovî tekez dike ku xizmetgûzarîyên bo xelkê li Girê Spî û bajarokê Silûk ê xirap in û ew karebaya ku ji Firatê tê hatîye girtin û navendên xwendinê jî girtî ne.

Di raportê de Ofîsa Karûbarên Mirovî ya NYê amaje bi wê dike ku girîng e alîyên şer xelkê sivîl ji şer û karîgerîyan biparêzin.

Siyaset Haberleri

Neteweyên Yekbûyî bangî Şamê kir: Bi HSDyê re gotûbêjan bikin
Li Hewlêrê 2 kes ji ber kuştina ajelekî kûvî hatin desteserkirin
Jineke Kurd li Zanîngeha Harvardê dersa Kurdî ya asta bilind dide
Macron, ji bo Polonya seha hewa xwe biparêze balafirên Rafale dişîne Polonyayê
Nedîm Zehawî: Herêma Kurdistanê pêşketineke berçav bi dest xistiye