Netanyahu: Me terorîstê mezin kuşt

.

Serokwezîrê Îsraîlê di derbarê kuştina Hesen Nesrulah de ragehand ku ew operasyonên xwe yên leşkerî berdewam dikin û dê di rojên bê de operasyonên din hebin, û tekez kir ku ew derbasî hemû navçeyên Rojhilata Navîn bin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got: "Xebatên me neqediyane û em berdewam dikin. Di rojên pêş de xebatê em yên zêdetir hene û dê derkeve."

Herwaha tekez jî kiriye ku Îsraîl destê wê dirêje û destê wê digehêje bi hemû navçeyên Rojhilata Navîn û ti cihekî ji bo terorîstan namîne û Îran jî dinav de ye.

Herwaha di derbarê kuştina Hesen Nesrulah de jî got, “Me karî duh terorîstekî mezin Hesen Nesrulah bikujin ku kesekî serekî yê di eniya şerê Îranê yê di navçeyê de bû, wî digot Îsraîl mala pîrhebokê ye, lê derket ku em pir bihêzin.”

Netanyahu got, “Îsraîl pêşveçûna xwe berdewam dike û em ê bi ser bikevin û em soz didin welatiyên xwe ku em ê her tim bi bîr bînin ku em ê bi hev re şer bikin û bi hev re bi ser bikevin.”

Kurdistan Haberleri

Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû