Netanyahu: Îran gefeke mezine li ser Cîhanê

.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragehand: “Îran ji bo Îsraîl metirsiya hebûniye û ji bo paşeroja tevahiya mirovahiyê metirsî ye.”

Netanyahu biryardariya hikûmeta xwe ji bo berdewamiya rûbirûbûna tiştê ku wî wekî "metirsiya Îranê" binav kir wesif kir, tenê eger Îsraîl neçar be bi tenê muamele bike û dibêje: “Eger pêwîste be ku em bi tenê li dijî Îranê rawestin, eve emê wî karî bikin, lê em ji serkeftinê paşte gav navêjin.”

Herwaha ragehandiye ku gefên Îranê tenê bi Îsraîlê ve sînordar nîne, belkû ew gef li ser tevahiya mirovahiyê ye.

Daxuyaniyên wî di demekê de tên ku danûstandinên di navbera Îran û Amerîkayê de derbarê çareseriya pirsa atomî ya Îranê birêve diçin û Donald Trump ragehandiye: Em ji bo lêdana Îranê lezê nakin.

Serokwezîrê Îsraîlê ragehandiye: Bi ti awayekî em nahêlin Îran çekên atomî hebe.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê