Netanyahu: Erdogan ne ew kes e ku bikaribe şîretan li Îsraîlê bike

Benyamin Netanyahu, Serokwezîrê Îsraîlê, ji bo Erdoganî gotîye “derewçîn” û ji bo Tirkîyeyê jî dîyar kirîye ku qetlîam li kurdan û ermenan kirîye.

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu, ji bo gotinên Erdoganî yên di dema Civata Giştî ya NYyê de ji bo Îsraîlê anîbû ziman, wiha axivî ye: Erdoganê ku li welatê xwe kurdan qetil dike û qetlîama sawdar a li dijî gelê ermen red dike, ne ew kes e ku bikaribe şîretan li Îsraîlê bike.”

 

Hikûmeta Îsraîlê bertek nîşanî gotinên Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê, Recep Tayyîp Erdoganî daye ku di dema Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî de ji bo li ser Îsraîlê gotibû. Benyamin Netanyahu, Serokwezîrê Îsraîlê, ji bo Erdoganî gotîye “derewçîn” û ji bo Tirkîyeyê jî dîyar kirîye ku qetlîam li kurdan û ermenan kirîye.

Erdoganî di dema Civata Giştî ya NYyê de gotibû Îsraîlê ji sala 1967ê û vir ve sînorên xwe berfireh kirîye û derbarê vê de nexşe nîşan dabû. Erdoganî wiha gotibû: “Ez ji ser kursîya NYyê dipirsim. Sînorên dewleta Îsraîlê ku der e? 1948e an 1968? Ango sînorekî wê yê din heye?”

 

 

Netayanyahû li ser hesabê PM of Israilê yê Twitterê bersiveke bi vîdeo daye û wiha gotîye: “Pêşîya derewên yekî nayê girtin. Erdoganê ku li welatê xwe kurdan qetil dike û qetlîama sawdar a li dijî gelê ermen red dike, ne ew kes e ku bikaribe şîretan li Îsraîlê bike. Erdogan dest ji derewan berde.” 

Bîanet

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da