Nêçîrvan Barzanû Antonio Guterres civîyan

Piştî civîna li gel Serokê Amerîkayê û çendîn serkirde û wezîrên welatan li Korbenda Davosê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Înê li gel Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres civîya.

Navenda Nûçeyan-Civîn di demekê de ye, ku sala bihorî, Nêçîrvan Barzanî derbarê rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê,  rewşa Kerkûkê û cîbicîkirina madeya 140 a destûra Iraqê de,  nameyek ji Antonio Guterres re şandibû.

Îro roja dawî ya Korbenda Aborî ya Cîhanî ya li Davosê ye. Korbenda Aborî ya Cîhanî ya li Davosê roja 21ê Çile dest pê kiribû û îro 24ê Çile bidawî tê.

Nêçîrvan Barzanî di nameya xwe de ragihandibû, ku Şanderê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê dikare “roleke sereke bilîze” weke navbeynkar û destpêkirina “dîyalogeke xurt û berfireh” di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo çareserkirina kêşeyan, ji wan jî: “Cîbicîkirina maddeya 140 a Destûra Iraqê.”

Di xaleke din a nameya xwe de, Nêçîrvan Barzanî daxwaza bilindkirina asta Nûneratîya Netewên Yekgirtî li Herêma Kurdistanê kiribû, bi awayekê ku bi kêmanî berpirsekî Netewên Yekgirtî li Hewlêrê bihê danîn ku di asta Cîgirê Şanderê Sekreterê Giştî yê NY de be.

Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwaz dike ku kesek weke Berpirsê Karûbarên Mirovî yê Netewên Yekgirtî were dîyarkirin, çimku ew post ji sala 2015ê ve bi betalî maye.

Di xaleke din de, Barzanî daxwaz kiribû ku binkeya sereke ya Bernameya Mirovî ya Netewên Yekgirtî ji Bexdayê bo Hewlêrê were veguhastin, “çimku %90ê awareyên Sûrî yên li Iraqê û %60ê hemû awareyên Iraqê, li Herêma Kurdistanê ne.”

Di xaleke din de Nêçîrvan Barzanî daxwaz kiribû, ku di raportên Netewên Yekgirtî de amaje bi “Federalîzma Herêma Kurdistanê” bê kirin û “îtîraf pê were kirin.”

Rûdaw

 

 

Siyaset Haberleri

Parêzgehên Bedlîs, Qers, Dêrsim, Hakkarî, Mûş, Adana, Sêrt û Batmanê jî çalakiyan qedexe kirin
Azerbaycan û Ermenistanê protokola Sovyetê îmze kir: Xeta sînor hate danîn
Biryarên Doza Kobaniyê hatin ragihandin: Li Siyasetmedaran ceza hat birîn
Cezayê Demîrtaş diyar bû
Doza Kobaniyê dest pêkir