Nêçîrvan Barzanî û Amerîka Diyaloga Kurdî-Kurdî gotûbêj kirin

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel şandeke şandeke Amerîkî civiya di wê hevdîtinê de ligel çend mijarên girîng mijara Diyaloga Kurdî-Kurdî ya di navbera aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê jî gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Yekşemê 16ê Gulana 2021ê li Hewlêrê pêşwazî li şandeke Wezareta Derve ya Amerîkayê ku ji Alîkarê Wezîrê Derve yê Karûbarên Rojhilata Navîn Joe Hudd, Nunerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyeyê bi wekalet Aimee Cutrona û Rêvebera karûbarên Sûryê û Iraqê li Encumena Asayîşa Nîştimaniya Amerîkayê Zehra Bell pêk dihat kir.

Di civînê de Serokê Nêçîrvan Barzanî û şanda Amerîkî têkildarî çend mijaran axivî, yên weke pêwendiyên navbera Hewlêrê û Waşintonê de, danûstanin di navbera Hewlêr û Bexdayê de, rûbirûbûna DAIŞ û guhertinên navçeyê, herwiha behsa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê kirin.

Herdu jî li ser wê yekê hemfikirin bûn ku DAIŞ metirsiyekî rastîne û gef e li ser aramiya Iraq û navçeyê û ji bo rûbirûbûna wê û nehiştina yekcarekiya wan, Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîstî bi piştgîrî û berdewamiya erkê Hevpeymaniya Navdewletî heye.

Herwiha tekezî li ser wê yekê hat kirin ji bo vê armancê pêwîstî bo hevkarî û hemahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî de heye.

Rewşa Rojavayê Kurdistanû û Sûriye û pêşbîniyên ji paşeroja wî welatî, mijareke din civînê bû. Şanda Amerîkî tekezî li ser rûbirûbûna terorê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê û piştgîriya berdewam ji bo hevpeymanên wan li navçeyê kir.

Di heman demê de Şanda Amerîkî danûstandinên di navber aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi girîngî da zanîn û hêvî kir ku ew alî bikaribin pirsgirêkên xwe çareser bikin û lihev bikin.

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da