Nêçîrvan Barzanî û Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê li Antalyayê civiyan

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya 5’emîn Foruma Dîplomasî ya Antalyayê de bi Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade re hevdîtinek pêk anî. Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat diyarkirin ku di civînê de her du aliyan guhertinên dawî yên li herêmê û encamên şerê heyî nirxandine. Di hevdîtinê de giringî hate dayîn ku agirbest berdewam bike û rê li ber destpêkirina dubare ya şer were girtin.

Her du alî li ser wê yekê li hev kirin ku ji bo dabînkirina aramî û ewlehiyê li Rojhilata Navîn, divê diyalog û jihevfêmkirina dualî bibe bingeha peywendiyan. Di beşeke din a civînê de, peywendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Îranê re hatin gotûbêjkirin û hat destnîşankirin ku xurtkirina hevkariyên di warên giring de ji bo her du aliyan jî pêwîstiyek e. Ev hevdîtin wekî gaveke giring a ji bo kêmkirina alozî û zêdekirina hevahengiya herêmî hat nirxandin.

Siyaset Haberleri

Zeydî û Barrack li ser "aboriyeke bi hêz û welatekî bê çekdar" li hev kirin
Arşîva Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê hat dizîn: Dest bi lêpirsînê hat kirin
Belgenameyekî nepenî ya CIA’yê li ser rewşa kurdan di sala 1959’an de
Telika sala 1930 ya Tirkiyeya Kemalist: Soza xweseriyê ji bo jinavbirina tevgera kurd
Putin daxwaza hevdîtinê ya Zelensky red kir: ‘Şer hilbijart’