Nêçîrvan Barzanî: “Silav û dirûd ji bo gîyanê pakê qurbanîyên karesata Şingalê”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 6emîn salvegera komkujîya Kurdên Êzidî peyamek belav kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 6emîn salvegera komkujîya Kurdên Êzidî peyamek belav kir û tekez kir, "Em soza ji bo kesukarên revandîyan dûpat dikin li lêgerîn û rizgarkirina wan û hewldana ji bo zanîna çarenûsa wan berdewam dibin."

Nêçîrvan Barzanî di wê peyamê de amaje bi wê dike, “Îro bi êşeke kûr ve bîranîna şeş salîya Jenosayda Êzidîyan û karesata Şingalê dikin. Bi rêz û rûmetê ve wan hemû xwîşk û birayên me yên Êzidî bi bîr tînîn ku bûne qurbanîya tawankarîyeke bêhevtaya terorîstên DAIŞê. Ti kesekî bawer nedikir di sedsala bîst û yekê da mirovayetî careke din mergesateke wiha dibîne ku hemû cîhanê şok dike. Silav û dirûd ji bo gîyanê pakê qurbanîyên karesata Şingalê û tevahîya xwîşk birayên Êzidî.”

Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Di demekê de vê bîranîna bi êş dikin, mixabin hê jî ji birîna xwîşk û birayên me yên Êzidî xwîn jê diçe û bi hezarên wan li wargehên koçberîyê dijîn. Şingal û navçeyên din ên Êzidîyan hê jî nehatine avedankirin û bingeheke baş ya vegerana aramîyê û vegerana jîyana wan tê de nîne. Şingal kirine warê çekdarên neyasayî ku bi bêxemîyê ve li ser birîn û xema Êzidîyan de mijulî birêvebirina ajanda û bernameyên xwe yên sîyasî ne.”

Nêçîrvan Barzanî di dewama peyama xwe de dûpat dike, ku “Herêma Kurdistanê li ser hewlên xwe yên ji bo dabînkirina aramî û vegerandina aramî û avedankirina Şingalê û kirina bi parêzgehê de berdewam dibe. Ji bo vê mebestê li gel Hikûmeta Federalîya Iraqê û îdareya parêzgeha Mûsilê hemû hevkarî û hemahengîyekê dike. Her wiha li ser asta navdewletî jî kar dike heta ku bi hevkarîya Neteweyên Yekgirtî û Unitad vê tawanê bi jenosayd binasênin û tawankaran jî didin dadgehê û qurbanîyan qerebû dikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê got jî, “Xwîşk û birayên Êzidî bi hezaran salan li ser warê xwe bawerî û ola xwe parastine û herdem sedemeke girîng û çalak ya çanda pêkvejîyanê û lêborînê bûne û herdem jî her wiha dimînin. Em di vê salvegerê de tekezîyê li ser kûrkirina wê çandê dikin û hemû pêkhatên olî û neteweyî piştrast dikin ku Kurdistan bi landika aram û parastîya me hemûyan dimîne. Her wiha soza ji bo kesukarên revandîyan jî dûpat dikin li lêgerîn û rizgarkirina wan û hewldana ji bo zanîna çarenûsa wan de berdewam dibin.”

Di dawîya peyama xwe de Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Silav li gîyanê pak ê wan Pêşmergeyên qehreman ku bi serpereştîya raste rast ya cenabê Serok Mesûd Barzanî, Şingal rizgar kirin û bo wê navê da gîyanê xwe bexşîn. Spas û pêzanîn ji bo wan hemû kesên li navxwe û derve hevkarîyê pêşkêşê Êzidîyan kirin. Xwîşk û birayên Êzdî piştrast dikîn ji bo dabînkirina dadperwerî û paşerojeke baştir herdem li gel wan da dibîn."

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da