Nêçîrvan Barzanî serdana alîyên sîyasî dike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana hizbên sîyasî yên Kurdistanê dike.

Navenda Nûçeyan- Biryare îro roja sêşemê 03-12-2019an Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serdana baregeha Yekgirtûya Îslamîya Kudistanê li Hewlêrê bike.

Di serdana xwe da Nêçîrvan Barzanî wê derbarê rewşa dawî ya Iraqê ligel alîyên sîyasî guftugo bike. Herwiha pêkanîna destûra nû ya Iraqê û avakirina bereya Kurdistanî li Parlementoya Iraqê jî di civînê da werin gotûbêjkirin.

Hefteya borî jî bi heman mebestê Neçîrvan Barzanî serdana Silêmanîyê kiribû û ligel alîyên sîyasî civîya bû. 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist