Nêçîrvan Barzanî piştgirî da peymana aştiyê ya Azerbeycan û Ermenistanê

.

Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew bi kêfxweşî pêşwaziyê li peymana aştiyê ya di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de ku li Koşka Spî hat îmzekirin, dike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî her wiha ji ber navbeynkariya wî ya serkeftî ya di peymanê de pîrozbahî li Serokê Amerîkayê Donald Trump kir.

Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê di parvekirineke xwe de got:

“Ez bi kêfxweşî pêşwaziyê li peymana aştiyê ya ku di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de ku li Koşka Spî hat îmzekirin, dikim.”

Barzanî di berdewamiya peyama xwe de amaje bi Serokê Amerîkayê Donald Trump kir û anî ziman:

“Ez ji ber navbeynkariya we ya serkeftî ya di vê peymana dîrokî de pîrozbahiyê li we dikim.”

Peymana aştiyê

Ermenistan û Azerbeycanê bi navbeynkariya Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî peymaneke aştiyê îmze kir ku dawî li şerê bi dehan salan bînin.

Serkirdeyên her du welatan Trump ji bo Xelata Nobelê ya Aştiyê dikin namzed.

Serokê Amerîkayê Donald Trump doh da zanîn ku her du welatên Qefqasyaya Başûr pêbendî aştiyeke mayînde ne û got:

“Ermenistan û Azerbeycan pêbend in ku heta hetayê hemû şeran rawestînin, dest bi pêwendiyên bazirganî, geştyarî û dîplomatîk bikin û rêzê li serwerî û yekparçeyiya axa hev bigirin.”

Trump her wiha da zanîn ku ew dê dorpêça çekan a Amerîkayê ya li Azerbeycanê rake ku piştî wergirtina serxwebûnê ya sala 1992yan li ser hatibû danîn.

Siyaset Haberleri

Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe
Li Rojhilatê Kurdistanê gelek baregehên Îtlaet û Pasdaran hatin bombebarankirin
Serokê Alman armanca êrîşên Amerîka û Îsraîlê bo cibicêkirina 3 xala ragihand